‘Me di roja herî xweş de şaredariya xwe girt’

  • 17:39 4 Nîsan 2024
  • Rojane
COLEMÊRG – Hevşaredarên Colemêrg û Geverê ku mazbatayên xwe girtin diyar kirin ku di roja herî xweş a dîrokî de şaredariyên xwe girtine.
Li Colemêrgê DEM Partiyê j14 hezar û 528 deng û AKP’ê jî 12 hezar û 833 deng girt. Li Geverê jî Dem Partiyê 28 hezar û 352 û AKP’ê jî 3 hezar û 919 deng girt. 
 
Piştî vê encamê hevşaredarên Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş, Viyan Tekçe û hevşaredarên Geverê Şadiye Kirmizigul û Şoreş Dîrî mazbatayên xwe duh girtin. Îro hevşaredar bi tevlibûna sedan kesî derbasî şaredariyê b ûn.
Hevşaedara Colemêrgê Viyan Tekçe ewil axivî û da zanîn ku bila dema nû li gelê Colemêrgê pîroz be û got wê şaredariyê ji nûve ava bikin. Piştre Mehmet Siddik jî axivî û da zanî ku bi awayekî zelal xizmetê ji gel re bikin.
 
Gever
 
Hevşaredarên Geverê jî bi tevlibûna sedan kesî heta ber avahiya şaredariyê meşiyan. Gel piştgiriya xwe da hevşaredaran û xebatkarên şaredariyê bi kulîlkan hevşaredar û kesên ligel wan pêşwazî kir. 
Hevşaredarê Geverê Şoreş Dîrî axivî û ji bo hemû xebatkarên partiyên sipasiyên xwe kir û daxuyakirin ku şaredariya Geverê di xizmeta gel de ye.
 
Şadiye Kirmizigul jî wiha anî ziman: “Em ji gelê xwe re spas dikin. Ev 8 sal bû me nikaribû gava xwe bavêjin vê şaredariyê. Em dilê we dizanin. Niha em coşek mezin dijîn. Em ji gelê xwe re spas dikin. Em ê hêjayê gelê xwe xizmetê bikin.”
 
Parlamenter Colemêrgê Onur Duşunmez jî balkişand ser 4’ê Nîsanê û girîngiya wê ya ji bo gelê Kurd û got: “Îro rojbûna serokatiya me ye. Em ji hezaran kesên di zindanê de silavan dişînin.”
 
Piştî axaftinan hevşaredar û girseyê govend gerandin.