Dayikên Aştiyê rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir

  • 15:54 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
STENBOL - Bi minasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê pîrozbahî li dar xist. 
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi avahiya xwe bi minasebeta roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîrozbahî li dar xist. Di pîrozbahiyê de Rewşan Doner axivî. 
 
Rewşan, di axaftina xwe de bal kişand ser wateya 4'ê Nîsanê û got ji bo Gelê Kurd rojek bi watê ye. 
 
Pîrozbahî bi gerandina govenê bi dawî bû.