Di Nobeda Edaletê de pîrozbahiya 4'ê Nîsanê

  • 14:29 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
AMED - Xizmên girtiyan ku Nobeda Edaletê di roja 122'yan de didomînin di pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ku li dar dixin de gotin, "Rojbûna te pîroz be ey Serokê min."
 
Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan ku li Amedê di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran (TUHAY DER) û xizmên girtiyan de li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Baglarê di roja 122'emîn de dewam kir. Xizmên girtiyan bi pêşmalkên li ser wan nivîsa "Tecrîd sucê mirovahiyê ye" hebû çalakiya xw li dar xistin. 
 
Bi dirûşman 4'ê Nîsanê pîroz kirin
 
Di çalakiyê de xizmên girtiyan ku Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kirin dirûşmên, "Rojbûna te pîroz be ey Serokê min" û "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.
 
Çalakiya nobedê bi serdanan dewam dike