Li Wanê ‘Ciwanê ku dikene’ hat girtin

  • 14:11 4 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê di berxwedanê de nêzî 200 kes hatin binçavkirin û 4 kes jî hatin girtin. Di nav kesên ku hatin girtin de “Ciwanê ku dikene” jî hat girtin.
 
Di çalakiyên duh ên li bajêr de ji ber nedana mazbataya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) nêzî 200 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatin binçavkirin de zarok jî hebûn. Her wiha ciwanê ku di raya giştî de weke “Ciwanê ku dikene” jî heye.
 
Ciwanê ku îro piştî li dozgeriyê îfadeya wî hat girtin, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Wanê hat kirin. Dadger bi heman biryarê biryara girtina wî da. 
 
Li aliyê din hat diyarkirin ku 4 kesên navên wan nehat zanîn jî hatin girtin.