Li pîrozbahiya serkeftina hilbijartinê

  • 15:30 1 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
MÛŞ - DEM Partî piştî li Milazgirê di hilbijartinê de bi ser ket serkeftina xwe pîroz kir.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî ku li navçeya Milazgir a Muşê di hilbijartinê de bi ser ket li Qada Milazgirê bi gel re hat cem hev û serkeftina xwe pîroz kir. Hevşaredarên ku li gel pîrozbahiya bi def û zurneyê axivîn Gulîstan Ozel û Ahmet Kenan Turker, diyar kirin ku ev serkeftin a gel e.