Li pîrozbahiya serkeftina hilbijartinê 2024-04-01 15:30:30     MÛŞ - DEM Partî piştî li Milazgirê di hilbijartinê de bi ser ket serkeftina xwe pîroz kir.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî ku li navçeya Milazgir a Muşê di hilbijartinê de bi ser ket li Qada Milazgirê bi gel re hat cem hev û serkeftina xwe pîroz kir. Hevşaredarên ku li gel pîrozbahiya bi def û zurneyê axivîn Gulîstan Ozel û Ahmet Kenan Turker, diyar kirin ku ev serkeftin a gel e.