DEM Partî li Roboskê bû partiya yekemîn

  • 20:42 31 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li gundê Roboskê DEM Partî bi hezar û 52 dengan bû partiya yekemîn.
 
Li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê ku di 28’ê kanûna sala 2011’an de 19 jê zarok bi giştî 34 kes lê hatibûn qetilkirin, DEM Partî hezar û 52 deng stand. AKP’ê tenê 191 deng stand. Hat diyarkirin ku dengê ji bo AKP’ê hatine avêtin  jî yên cerdevanan û leşkerên li herêmê hatin veguhestin in.