DEM Partî li Roboskê bû partiya yekemîn 2024-03-31 20:42:18     ŞIRNEX - Li gundê Roboskê DEM Partî bi hezar û 52 dengan bû partiya yekemîn.   Li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê ku di 28’ê kanûna sala 2011’an de 19 jê zarok bi giştî 34 kes lê hatibûn qetilkirin, DEM Partî hezar û 52 deng stand. AKP’ê tenê 191 deng stand. Hat diyarkirin ku dengê ji bo AKP’ê hatine avêtin  jî yên cerdevanan û leşkerên li herêmê hatin veguhestin in.