Dengên hatine jimartin dibin YSK’ê

  • 19:20 31 Adar 2024
  • Rojane

 
AMED - Li Amedê dengên jimartina wan temam bûne, dibin YSK’ê.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê kirariyên dengdayînê temam bûn. Piştî dengdayînê jimartinê destpê kir. Li Amedê saet ji 16.00’an şûnde deng hatin jimartin û li gelek dibistanan jimartin temam bû. Dengên ku jimartina wan temam bûn dişînin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK).
 
Şandina dengan a ji bo YSK’ê didome.