Dengên hatine jimartin dibin YSK’ê 2024-03-31 19:20:08     AMED - Li Amedê dengên jimartina wan temam bûne, dibin YSK’ê.   Li Tirkiye û Kurdistanê kirariyên dengdayînê temam bûn. Piştî dengdayînê jimartinê destpê kir. Li Amedê saet ji 16.00’an şûnde deng hatin jimartin û li gelek dibistanan jimartin temam bû. Dengên ku jimartina wan temam bûn dişînin Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK).   Şandina dengan a ji bo YSK’ê didome.