Li dijî provakasyonan banga hişyariyê

  • 09:06 30 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
Oznur Deger
 
RIHA - Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol beriya hilbijartinan balkişand ser ewlehiya sindoqan û got: “Bêyî ku em destûr bidin helwestên provakatîf divê em bi hevkariyek mezin sindoqan biparêzin, ev wê bi piştevaniyê bê avakirin. Li dijî helwestên provakatîf divê gel  hişyar be."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ku xebatên hilbijartinê didomine û ji bo ewlehiya sindoqan tedbîrên cuda cuda digirin. Hat tespîtkirin ku AKP’ê lig elek bajarên Kurdistanê hilbijêrên sexte ava kirine. Partî li dijî van nelêrêtiyan serî li merciyên têkildar dide. Yek ji bajarên ku nelêrêtiyên şemitandina hilbijêran tê kirin Riha ye.
 
Li Xelfetî, Serêkaniyê, Pirsûs û gelek navçeyên din yên Rihayê nelêrêtî hat tespîtkirin. Hevberdevka Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Sevda Çelîk Ozbîngol der barê hilbijartin û ewlehiya hilbijartinan de axivî.
 
‘Em ê îradeya gel derxin holê’
 
Sevdayê da zanîn ku beriya hilbijartinê kelecana li qadan tê dîtin û rêxistinên naved û navçeya bi vê kelecanê xebat û amadekarî domandiye. Sevdayê ev tişt got: “Yek ji mijara girîng ewlehiya sindoqan bû. Em ê bi ewlehiya sindoqan îradeya gel derxin holê. Hemû derfet ji bo desthilatdariyê tên bikaranîn. Bêguman yek ji van jî  bi deste midûriyetên nifûsan nelêrêtiyên ku tên kirine ne. Me îtîrazê vn nelêrêtiyan kirin. Ne tene li Rihayê li gelek deverên Kurdistanê ev wisa ye. Me li dijî vê gelek tedbîrên xwe girtine.”
 
‘Di navnîşanekê de bi sedan qeydên hilbijêran’
 
Sevdayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt bi lêv kir: “Ji bo yek sindoqek bê muşahîd nemin em e xebat meşandin. Xebatên ji bo parêzer, rêveberiyên partî, xebatkar û dildaran hatiye asta dawî. Ji bo hevalên peywirdar ji roja starta hilbijartinê hatiye dayîn xebatên perwerdê hatin meşandin. Me der barê vê de tespit kirin. LiWêranşar, Xelfetî, Pirsûsê  û gelek navçeyên din li yek navnîşaneyekê bi sedan hilbijêr hatine qeydkirin. Me îtîraz kirin.”
 
Balkişand ser ewlehiya herêma erdhejê
 
Sevdayê balkişand ser ewlehiya hilbijartinê ya li herêmên erdhejê û wiha got: “Gelek kesên qeyda wan li van bajarane, lê li bajarên din in. Li herêmên erdhejê dibe ku nelêrêtiyên cuda bên kirin. Hilbijêrên qeyda wan ya mirinê nehatine xistin, ji bo denga wan neyê bikaranîn xebatên me dimeşin. Divê her kes ji bajarên din bên denga xwe bikar bînin. Ev gelek girîng e. Divê her kes xwedî li denga xwe derkeve. Divê îradeya xwe biparêzin. Perwerdehiyên muşahîdan gelek girîng e. Em ê agahdarkirinê li ser çapemeniya civakî bi rayagiştî re parve bikin.”
 
Xebata hevpar a bi rêxistinên civaka sivîl re
 
Sevdayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Rihayê ji bo îtîrazê hejmara parêzeran ya hewce temame. Ekîbên rêxistinên civaka sivîl yên hilbijartinê bişopînin jî hene. Baroya Rihayê bi awayekî xesas nêzî pêvajoyê dibe. Bêyî ku em destur bidin helwestên provakatîf divê em bi hevkariyek mezin sindoqan biparêzin, ev wê bi piştevaniyê bê avakirin. Li dijî helwestên provakatîf divê gel  hişyar be. Bi vê em ê hilbijartinan bi serkeftinê tacîdar bikin.”