Agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê hat vêxistin

  • 14:04 12 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Newrozê li gundewarên Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hate dadan. Li dora êgir govend hate gerandin.
 
Li gel zext û zordariya hêzên dewletê jî li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin.
 
Li gundewarên bajarê Sine yên weke Avîheng, girseyên gel li hev kom bûn û agirê Newrozê dadan.
 
Şêniyên gund bi cil û bergên xwe yên rengîn ku bi biharê re dibe yek, li dora agirê Newrozê govenda azadiyê gerandin.
 
Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Kurdistan" hatin qîrîn.