432 roj in Çalakiya Nobetê li Mexmûrê didome

  • 21:56 23 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 432’an de bi koma 85’an, didome.
 
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo şikandina tecrîda girankirî û azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi koma 85’an di roja 432’an de bi biryardariyek xurt didome.
 
Li Saziya Malbatên Şehîdan bi deqeyek rêzgirtina ji bo tevahî Cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê merasîma dewirgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 84’an Axîn Nerexî daxuyanî xwend.
 
Daxuyanî wiha ye:
 
“Wek tê zanîn ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 10’ê Cotmeha 2023’an de kampanya “Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” hat destpêkirin. Gelê Kurd û dostên Kurdan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê mirovahiyê Rêber Apo bi dest bixin, di çarçoveya vê kampanyayê de têkoşîna xwe mezin dikin. Wek gelê wargehê ku bi fikir û ramanên Rêber Apo jiyan dikin, di vê kampanyayê de rol û mîsyona herî mezin dikeve li ser milê me.
 
Bi taybet wek ciwanên Apoyî li beranberî rewşa Rêber Apo em xwe berpirsyarê yekem dibînin. Heta tecrîda li ser Rêber Apo neyê şikandin, pirsgirêka gelê Kurd jî neyê çareserkirin, çi erk û berpirsyartî dikeve ser milê me, wek ciwanên Apoyî bê dûdilî û bi wayekî herî radîkal pêkbînin. Em bang li jin, ciwanan û giştî mirovên azadîxwaz dikin ku dengê xwe bilind bikin û ji tecrîdê re bêjin bese Êdî Dem Dema Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye.”
 
Piştî xwendina daxuyaniyê koma 85’an bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ çalakî dewir giritin.