Agirê Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê hat vêxistin 2024-03-12 14:04:00       NAVENDA NÛÇEYAN - Agirê Newrozê li gundewarên Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê hate dadan. Li dora êgir govend hate gerandin.   Li gel zext û zordariya hêzên dewletê jî li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê destpê kirin.   Li gundewarên bajarê Sine yên weke Avîheng, girseyên gel li hev kom bûn û agirê Newrozê dadan.   Şêniyên gund bi cil û bergên xwe yên rengîn ku bi biharê re dibe yek, li dora agirê Newrozê govenda azadiyê gerandin.   Di pîrozbahiya Newrozê de dirûşmên "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Kurdistan" hatin qîrîn.