Li Çemçemal Duyemîn Festîvala Wêjeyî ya Germiyan hat lidarxistin

  • 20:03 23 Îlon 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Çemçemal Duyemîn Festîvala Wêjeyê ya Germiyanê hat lidarxistin. Di festîvalê gelek helbestvan amadebûn. Endamê Komîta Amadekar a Festîvalê Eswed Fayeq jî li ser festîvalê diyarkir wê ev festîval salane berdewam bike.
 
Îro li Pirtûkxaneya Zanîngeha Çermo ya Çemçemalê Duyemîn Festîvala Wêjeyê ya Germiyanê hat lidarxistin. Festîval pêşkêşî nivîskarê wefatkirî Zahir Şikur hat kirin.
 
Festîvalê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir. Piştre Rêveberê Festîvalê Eswed Fayeq axivî û diyarkir ev festîval berdewama festîvala Mela Cebariye û wê festîval salane bê lidarxistin. Her wiha Eswed Fayeq eşkere kirk u 32 helbestvan tevlî festîvalê bûne.
 
Piştre xelatên rêzgirtinê pêşkêşî çend kesayet û beşdarvanên festîvalê hat kirin.
 
Piştre helbestvan derketin ser dikê, berhemên xwe pêşkêş kirin, lijneya dadwerî ya festîvalê helbestan nirxandin û kesên di helestan de pile standine hatin xelatkirin.