Cangoriyên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn

  • 23:19 11 Adar 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - HRRK'ê li navenda xwe ya li Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdên 12'ê Adarê mûm pêxistin.
 
Bi boneya salvegera 20'emîn a Serhildana 12`ê Adarê û ji bo bîranîna şehîdên komkujiya ku beriya serhildanê pêk hatibû, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRKˊê) û şêniyên Qamişlo mûm li navenda HRRKˊê pêxistin.
 
Sala 2004`an de bi destê hikumeta Şamê piştî lîstoka fotbolê li Qamişloyê komkujiyek pêk hat, di encamê 37 şêniyên ji pêkhateya Kurd şehîd bûn, piştî komkujiyê serhildana ku bi navê Serhildana 12`ê Adarê tê naskirin pêk hat.