Cangoriyên komkujiya Şaredariya Qamişlo hatin bibîranîn 2024-03-11 23:19:03   NAVENDA NÛÇEYAN - HRRK'ê li navenda xwe ya li Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdên 12'ê Adarê mûm pêxistin.   Bi boneya salvegera 20'emîn a Serhildana 12`ê Adarê û ji bo bîranîna şehîdên komkujiya ku beriya serhildanê pêk hatibû, Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRKˊê) û şêniyên Qamişlo mûm li navenda HRRKˊê pêxistin.   Sala 2004`an de bi destê hikumeta Şamê piştî lîstoka fotbolê li Qamişloyê komkujiyek pêk hat, di encamê 37 şêniyên ji pêkhateya Kurd şehîd bûn, piştî komkujiyê serhildana ku bi navê Serhildana 12`ê Adarê tê naskirin pêk hat.