8'ê Adarê li Sydneyê bi coş hat pîrozkirin

  • 13:34 11 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, 8'ê Adarê bi şahiyekê hate pîrozkirin
 
Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Senatora berê ya Partiya Keskan Lee Rhîannon û nûnerên gelê Tamîlê jî tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li NCDK'ê bûn.
 
Senatora berê Lee Rhîannon anî ziman ku têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jinên Kurd ku pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin, ji bo wan çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê ye.
 
Hevseroka NCDK'ê Gulay Alkan diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya jinan e û destnîşan kir ku heta dawî li tecrîd û dîlgirtinê bê anîn jin wê têkoşîna xwe dewam bikin.
 
Endama NCDK'ê Ronahî Qendîl jî axaftineke kurt kir û piştre helbesta 'Ez jî jin im' a Başak Dersîm xwend.
 
Piştre hunermend Roj, Dîcle derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.
 
Girseya gel li ber stranên hunermend Mesût Med dawî li pîrozbahiyê anî.