8'ê Adarê li Sydneyê bi coş hat pîrozkirin 2024-03-11 13:34:10       NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, 8'ê Adarê bi şahiyekê hate pîrozkirin   Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Senatora berê ya Partiya Keskan Lee Rhîannon û nûnerên gelê Tamîlê jî tevlî pîrozbahiya 8'ê Adarê ya li NCDK'ê bûn.   Senatora berê Lee Rhîannon anî ziman ku têkoşîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û jinên Kurd ku pêşengiyê ji jinên cîhanê re dikin, ji bo wan çavkaniyeke mezin a sûdwergirtinê ye.   Hevseroka NCDK'ê Gulay Alkan diyar kir ku azadiya Abdullah Ocalan di heman demê de azadiya jinan e û destnîşan kir ku heta dawî li tecrîd û dîlgirtinê bê anîn jin wê têkoşîna xwe dewam bikin.   Endama NCDK'ê Ronahî Qendîl jî axaftineke kurt kir û piştre helbesta 'Ez jî jin im' a Başak Dersîm xwend.   Piştre hunermend Roj, Dîcle derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêş kirin.   Girseya gel li ber stranên hunermend Mesût Med dawî li pîrozbahiyê anî.