Li Qoserê mîtînga jinan dest pê kir

  • 14:25 8 Adar 2024
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Qoserê jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn mîtînga 8'ê Adarê.
 
Yek ji mîtîngên fînalê yên 8'ê Adarê Roja Jinan a  Cîhanê li Qoserê tê lidarxistin. Jinan rengên xwe li xwe kirin û hatin mîtînga ku li qada Otogarê ya Qoserê bi dirûşma "Dem DEM'a Azadiya Jinêye" hat lidarxistin. Di mîtîngê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş û namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr dê axaftinên xwe bikin. Di mîtîngê de hunermend Hediye Kalkan, Koma Ribabê û Koma Govendê dê jî dê derkevin ser dikê.
 
Jin bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" bi coş ber bi qada mîtîngê ve diçin.
 
Agahiyên berfireh tên…