Li Qoserê mîtînga jinan dest pê kir 2024-03-08 14:25:36     MÊRDÎN - Li Qoserê jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn mîtînga 8'ê Adarê.   Yek ji mîtîngên fînalê yên 8'ê Adarê Roja Jinan a  Cîhanê li Qoserê tê lidarxistin. Jinan rengên xwe li xwe kirin û hatin mîtînga ku li qada Otogarê ya Qoserê bi dirûşma "Dem DEM'a Azadiya Jinêye" hat lidarxistin. Di mîtîngê de parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan  (DEM Partî) ya Mêrdînê Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş û namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr dê axaftinên xwe bikin. Di mîtîngê de hunermend Hediye Kalkan, Koma Ribabê û Koma Govendê dê jî dê derkevin ser dikê.   Jin bi qîrîna dirûşma "Jin jiyan azadî" bi coş ber bi qada mîtîngê ve diçin.   Agahiyên berfireh tên…