Ji bo 8'ê Adarê klîbeke nû hate weşandin

  • 13:24 6 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Strana 'Em jinên Kurdistanê ne' ya Koma Rocyar ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi klîbeke nû hate weşandin.
 
Komîteya Çanda Bêstûn û Komîteya Çanda Tevna Zêrîn/Rojhilat ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê strana 'Em jinên Kurdistanê ne' ya Koma Rocyar jinûve amadekir û bi klîbeke nû weşand.
 
Di klîbê de dîmenên ji serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dîmenên ji gerîlayên jin, her wiha jinên Şengalî û jinên li Bakurê Kurdistanê têdikoşin hatin bikaranîn.