Ji bo 8'ê Adarê klîbeke nû hate weşandin 2024-03-06 13:24:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Strana 'Em jinên Kurdistanê ne' ya Koma Rocyar ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi klîbeke nû hate weşandin.   Komîteya Çanda Bêstûn û Komîteya Çanda Tevna Zêrîn/Rojhilat ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê strana 'Em jinên Kurdistanê ne' ya Koma Rocyar jinûve amadekir û bi klîbeke nû weşand.   Di klîbê de dîmenên ji serhildana 'Jin, Jiyan, Azadî' ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, dîmenên ji gerîlayên jin, her wiha jinên Şengalî û jinên li Bakurê Kurdistanê têdikoşin hatin bikaranîn.