Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê

  • 17:01 5 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, xwestin ku girtiyên siyasî bên berdan. 
 
Çalakî û aktîvîteyên ku di asta gerdûnî de ji bo daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li Kurdistan û Tirkiyeyê dane destpêkirin berdewam dikin. 
 
Êlih 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 34’an de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin. 
 
Amed 
 
Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezana Amedê di roja 92'yan de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.
 
Di çalakiyê de banga mezinkirina têkoşînê û piştevaniyê hat kirin. Di çalakiyê de banga azadiya girtiyan hat kirin.