Di Nobeta Edaletê de ji bo girtiyan banga azadiyê 2024-03-05 17:01:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Malbatên ku tev li Nobeta Edaletê ya bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bûn, xwestin ku girtiyên siyasî bên berdan.    Çalakî û aktîvîteyên ku di asta gerdûnî de ji bo daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd û rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin didomin. Nobetên Edaletê yên malbatên girtiyan li Kurdistan û Tirkiyeyê dane destpêkirin berdewam dikin.    Êlih    Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), li avahiya DBP’a Bajar hatiye destpêkirin di roja 34’an de berdewam kir. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl hatin serdana nobetê. Di çalakiyê de beşdaran bal kişandin ser grevên birçîbûnê û banga mezinkirina têkoşînê kirin.    Amed    Çalakiya Nobeda Edaletê li Amedê bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) ve hat destpêkirin, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a navçeya Rezana Amedê di roja 92'yan de didome. Çalakvanên nobedê îro jî pêşmalkên li ser "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye" hatî nivîsandin li xwe kirin û dest bi çalakiya xwe kirin.   Di çalakiyê de banga mezinkirina têkoşînê û piştevaniyê hat kirin. Di çalakiyê de banga azadiya girtiyan hat kirin.