Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist

  • 16:48 4 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya 8’ê Adarê li Kobanê meşek li dar xist.
 
Bi boneya 8`ê Adarê bi dehan jinên ciwan bi cil û bergên kurdî daketin qadan û meşek li dar xist. Meşê ji Qada Şehîd Egîd heta Qada Jina Azad dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.
 
Li Qada Jina Azad berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şahîn wiha axivî: “Em vê rojê li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên ku ji bo azadiyê li çiyayên azad tê dikoşin, pîroz dikin. Her xwestine mafên jinan tune bikin, lê em ê her û her rêya azadiyê li hemberî her tundî, destdirêjî û qirkirinê bigirin. Em gihaştin vê astê jî û ew bi saya Rêber Apo û jinê pêşeng in."
 
Di dawiya de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.