Yekitiya Jinên Ciwan meşek li dar xist 2024-03-04 16:48:38     NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Jinên Ciwan bi boneya 8’ê Adarê li Kobanê meşek li dar xist.   Bi boneya 8`ê Adarê bi dehan jinên ciwan bi cil û bergên kurdî daketin qadan û meşek li dar xist. Meşê ji Qada Şehîd Egîd heta Qada Jina Azad dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" berz kirin.   Li Qada Jina Azad berdevka Yekitiya Jinên Ciwan Neda Şahîn wiha axivî: “Em vê rojê li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jî jinên ku ji bo azadiyê li çiyayên azad tê dikoşin, pîroz dikin. Her xwestine mafên jinan tune bikin, lê em ê her û her rêya azadiyê li hemberî her tundî, destdirêjî û qirkirinê bigirin. Em gihaştin vê astê jî û ew bi saya Rêber Apo û jinê pêşeng in."   Di dawiya de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.