Coşa 8'ê Adarê li her derê ye

  • 16:20 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 8'ê Adarê li gelek bajaran jin derketin qadan û banga tevlibûna çalakiyan kirin. 
 
Bi munasebeta 8'ê Adarê li gelek bajaran jin derketin qadan û banga tevlibûna çalakiyan kirin. Jinan banga mezinkirina têkoşîna hevpar dan. 
 
Dîlok
 
Meclisa Jinan a KESK'ê ya Dîlokê bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wê çalakiyan li dar bixin û bi rêya daxuyaniya nivîskî ev ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin wê têkoşîna li dijî zihniyeta mêr a serdest dewam bike û banga tevlibûna çalakiyan hat kirin. 
 
Mêrsin
 
Şaxa Egitim Sen'ê ya Mêrsinê li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Li vir starta 8'ê Adarê hat dayin. Jinan gotin ew serî natewînin û daxuyanî li ser navê jinan Gulbahar Guzel xwend. 
 
Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku hesab ji kesên çav berdana azadiya wan bipirsin û banga tevlibûna çalakiyan kirin. 
 
Amed
 
Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê jî li Hazal Park a Yenişehira Amedê daxuyanî da. Li vir hat diyarkirin ku ji 4 hezar û 218 kesên ji sendîkayan hatine îxraçkirin hezar û 69 jê jin in. 
 
Gelek endamên sendîkayan tevli çalakiyê bûn. Li vir pankarta "Wê KHK here em ê li vir bimînin" hat vekirin. Her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana kedkaran" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin. 
 
Berdevka Demkî ya Meclisa Jinan a KESK'a Amedê Hatun Leyla Tuncer, da zanîn sepanên antidemokratîk û nehiqûqî sedema qeyrana îro ye.