Kujerê Hîlalê 3 meh in li derve ye!

  • 09:03 24 Îlon 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Kiryar Mehmet Demîrhan ê ku Hîlal Kar qetil kir 3 meh in nayê girtin. Xwişka Hîlalê, Ebru Kar diyar kir ku divê di zûtirîn demê de êrîşkar bê girtin û cezakirin wiha got: “Ez naxwazim xwişka min were jibîrkirin, ez naxwazim ev yek careke din dubare bibe. Em li hêviya piştgiriyê ne. "
 
Yek ji sedema herî mezin a zêdebûna tundiya mêr bêcezahiştin e. Ji ber bêcezahiştinê her roj jin tên qetilkirin an jî tundî li wan tê kirin. Li gorî bîlançoya tundiyê ya ku ajansa me ji daneyên meha Tebaxê berhev kiriye, tenê di mehekê de 31 jin û 5 zarok hatine qetilkirin û 15 jin û 3 zarokan bi guman jiyana xwe ji dest dane. Di encama vê bêcezahiştinê de Hîlal Kar ji aliyê Mehmet Demirhan ê ku bi mahra olî pê re hatibû zewicandin bi çekê hat qetilkirin. Hîlal di 23'ê Hezîranê de li Taxa 5 Nîsanê ya navçeya Rezan a Amedê hat qetilkirin. Li gel ku 3 meh derbas bûne jî hê jî sûcdarê ku Hîlal qetil kiriye nehatiye girtin. Xwişka Hîlalê Ebrû Kar ji ajansa me re axivî, daxwaz kir ku di zûtirîn demê de kiryar bê girtin û cezayê pêwist bê dayîn.
 
'Kiryar ew bir cihê ku kamera lê tunebû'
 
Ebrûyê diyar kir ku kiryar di dema ku ber bi veqetandinê ve diçûn û Hîlal dest bi kar kir, gelek caran tacîz kir û wiha got: “Wê demê me jê re got gilî bike, lê xwişka min ji ber zaroka xwe tirsiya û nehişt.  Rojek beriya kuştinê dîsa diçe cihê kar û dibêje “Nexebite”. Xwişka min piştî nîqaşek piçûk wî dişîne. Nizanim roja bûyerê telefon kiriye yan na, lê li ber derî sekiniye. Li gorî şahidên bûyerê, ew demekê meşiyane û êrîşkar bi zanebûn ew biriye cihekî ku kameraya lê nabînin. Wê dibe Kolana 798-an. Li wir demekê axaftina xwe berdewam dikin. Kesên ku bûne şahidê wê bûyerê jî hene. Mixabin wan demekê lê temaşe kirin. Dûre, êrîşkar çekê derdixe. Xwişka min carekê li destê wî dixe û çek dikeve erdê. Sûcdar dîsa çekê hildide û dema ku xuşka min dizîvire ji paşve gulê berdidê. Dema dibîne ku xuşka min  nakeve, guleyeke din berdidê. Xwişka min li cihê bûyerê tê kuştin."
 
'Dibe ku kiryar bireve dervê welat'
 
Ebrû diyar kir ku piştî qetilkirina Hîlalê rêxisitnên jinan piştgirî dane wan, lê tu encam bi dest nexistine û sedema vê yekê bi gotina, "Heta ku raya giştî ava nebe,  xebat lez naçe." Ebruyê wiha got, “Rewşa ku em hatine, delîla herî mezin e. 85 roj derbas bûn, lê tu pêşketin di dosyaysê de çênebû. Sûcdar hina li ortê tune ye û winda ye, di dosyayê de hê jî tiştên hatine xwestin tune ne. Me bi sedan caran daxwazname da û yek ji wan jî nehat bersivandin. Piştî bûyerê bi du mehan, serdegirtina mala malbata kiryar tê kirin. Dîsa tiştek derneket. Em behsa demeke nêzî du mehan dikin. "Dibe ku kiryar di vê pêvajoyê de bireve dervê welat."
 
'Bêcezahiştin rê li ber tundiyê vedike'
 
Ebrûyê bal kişand ku pêvajoya hiqûqî di hemû komkujiyên jinan de hêdî pêşve diçe û destnîşan kir ku divê ji bo sûcdaran cezayên astengkirinê bên dayîn. Ebru diyar kir ku pêvajo ji bo wan bi lez pêş nakeve û got, “Heta ku zextên gel neyên kirin lêkolînên bi bandor nayên kirin. Wusa dixuye ku pêvajo hêdî tê meşandin. Nebûna lêpirsînên bi bandor û nebûna cezayên astengkirinê rê li ber vê yekê vedike. Ger wiha berdewam bike em ê zêdetir van agahiyan bibihîzin. Divê lêpirsîneke bi bandor bê kirin û cezayên pêwist bên dayîn. Cûdahiya di navbera jin û mêr de di temenê biçûk de dest pê dike. Tê zanîn ku kesên bi vî rengî mezin dibin dê tevgerek pir saxlem nîşan nedin."
 
'Mafê kesî tune ku jiyana kesekî ji dest bide'
 
Ebrû daxwaza xwe dubare kir ku di zûtirîn demê de sûcdar bê dîtin û cezakirin û wiha got: “Xuşka min û jinên din dema ku tên qetilkirin, wêraniyeke mezin li pey xwe dihêlin. Biraziyê min ji min dipirse çima heta niha sûcdar nehatiye dîtin. Ez nikarim bersiva vê pirsê bidim. Ji ber ku ez nikarim muxatabekî bibînim. Em dixwazin kiryar di zûtirîn demê de bê dîtin û bi awayekî herî tund bê cezakirin. Em dixwazin cezayên. Ji bo civakê ez dikarim vê bibêjim: xwişka min koça dawî kir. Em xwedî feraseteke wisa cuda ne ku divê ez mirina xwişka xwe li ser bingehek maqûl di wijdanê mirovan de bihêlim. 'Xwişka min ji ber ku dixebitî hat kuştin'. Divê ez vê yekê nebêjim. Mafê tu kesî tune ku jiyana kesekî ji destê wan bigire. Hin jin jî bi zîhniyeta mêrane difikirin. Em dixwazin ku ew jî fambikin ku kesekî me yê din tune ye piştgiriyê bde me, divê em piştgirîya hev bikin. Ji ber ku îro xuşka min dibe sibe xuşka yeke din be.”
 
Di dawiyê de Ebruyê destnîşan kir ku ew naxwaze xwişka wê were jibîrkirin û got ku divê ev bûyer di rojevê de bimîne.
 
Daxwaza bila kiryar bê dîtin
 
Li aliyê din pêvajoya hiqûqî ya têkildarî qetilkirina Hîlal Kar dewam dike. Dosyaya Hîlal heta niha li cem dozgerê nobedar bû. Li gorî agahiyên ji aliyê parêzera Hîlal Eda Kar Burakmak ve hatiye dayîn, dosya nû sewqî dozgerê sereke hatiye kirin. Her wiha hat gotin ku di çarçoveya dosyayê de hatiye xwestin ku hemû delîlên têkildarî cînayetê bi baldarî bên komkirin, îfadeyên şahidan bi awayekî berfireh û bi temamî bên girtin û cihê kiryar bi kar bê diyarkirin."