Coşa 8'ê Adarê li her derê ye 2024-03-02 16:20:57       NAVENDA NÛÇEYAN - Bi munasebeta 8'ê Adarê li gelek bajaran jin derketin qadan û banga tevlibûna çalakiyan kirin.    Bi munasebeta 8'ê Adarê li gelek bajaran jin derketin qadan û banga tevlibûna çalakiyan kirin. Jinan banga mezinkirina têkoşîna hevpar dan.    Dîlok   Meclisa Jinan a KESK'ê ya Dîlokê bi çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wê çalakiyan li dar bixin û bi rêya daxuyaniya nivîskî ev ragihand. Di daxuyaniyê de hat gotin wê têkoşîna li dijî zihniyeta mêr a serdest dewam bike û banga tevlibûna çalakiyan hat kirin.    Mêrsin   Şaxa Egitim Sen'ê ya Mêrsinê li avahiya xwe daxuyaniya çapemeniyê da. Li vir starta 8'ê Adarê hat dayin. Jinan gotin ew serî natewînin û daxuyanî li ser navê jinan Gulbahar Guzel xwend.    Jinan di daxuyaniyê de diyar kir ku hesab ji kesên çav berdana azadiya wan bipirsin û banga tevlibûna çalakiyan kirin.    Amed   Platforma Şaxên Amedê ya KESK'ê jî li Hazal Park a Yenişehira Amedê daxuyanî da. Li vir hat diyarkirin ku ji 4 hezar û 218 kesên ji sendîkayan hatine îxraçkirin hezar û 69 jê jin in.    Gelek endamên sendîkayan tevli çalakiyê bûn. Li vir pankarta "Wê KHK here em ê li vir bimînin" hat vekirin. Her wiha dirûşmên "Bijî berxwedana kedkaran" û "Jin, jiyan, azadî" hatin berzkirin.    Berdevka Demkî ya Meclisa Jinan a KESK'a Amedê Hatun Leyla Tuncer, da zanîn sepanên antidemokratîk û nehiqûqî sedema qeyrana îro ye.