'Em ê nehêlin êriş pêşiyê li perwerdeya me bigire'

  • 09:05 24 Îlon 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
ŞEHBA - Jinên li kantona Şehbayê dan zanîn tevî şertên zor jî ew ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê li berxwe didin û wiha gotin:"Me bername û amadekariyek baş ji bo sala nûya perwerdeyê kir. Em ê nehêlin êriş pêşiyê li perwerdeya me bigire."
 
Li kantona Efrîn û Şehbayê tevî astengiyên ji ber êrîşên dewleta tirk a li ser kantonê ya bi armanca qirkirina ziman, çand û civakê jî têkoşîna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê dewam dike. Dewamkirina ambargo-rêgirîya hikumeta Şamê ku bi xwe re gelek astengiyê tîne û bandorên neyinî li ser gel çêdike jî bexwedana ji bo zimanê dayikê bi dawî nabe. 
 
Jinên li Şehbayê têkildarî perwerdeya bi zimanê dayikê û têkoşîna wan a ji bo vê yekê nirxandin kirin. 
 
'Em ê nehêlin êriş pêşiyê li perwerdeya me bigire'
 
Ji Rêveberiya Dibistana Pakrewan Egîd a navçeya Ehdasê, Narîman Xelof bal kişand ser sala nû ya perwerdeyê û wiha got:" Ev bu du hefte ku me dibistanên xwe vekir. Di vê dibistana me de 26 refên me bi 566 xwendekarên seretayî û amedehî tijî bûne. Tevî vê hejmara mezin a xwendekaran jî me astengî di peydakirina mamosteyan de nedît. Her wiha me bername û amadekariyek baş ji bo sala nûya perwerdeyê kir. Em ê nehêlin êriş pêşiyê li perwerdeya me bigire."
 
'Astengî nikare me ji zimanê me dûr bixe'
 
Di dewama axaftina xwe de Narîmanê qala astengiyên mezin ku li hember xwendina wan nebûn bend kir û got:"Li Şehbayê gelek astengî hene. Weke dewamkirina êrîşên dewleta tirk a 7 salan a li ser kantona Efrîn-Şehbayê. Her wiha dewamiya ambargoya hikumeta Şamê ya ku bi xwe re qedexekirina derbasbûna madeyên sotemenîyê ya di nava kantonê de anî. Bi vê qedexekirinê demjimêrên elektrîkê kêm dibe û xwendekar li ber findan li malê xwendina xwe dewam dikin. Her wiha ne tenê sotemenî pirtûk jî tên qedexekirin ku derbasî kantonê bên kirin. Pir caran li ser bendên kontrolê tên hiştin da ku derbasî kantonê nebin lê ev hemî astengiyên cidî bi carekê nebû bend ku em dibistanên xwe rojekê bigrin û dest ji fêrbûna bi zimanê dayikê berdin. Astengî nikare me ji zimanê me dûr bixe. "
 
'Em di dewamkirina berxwedana xwe de bi israr in'
 
Di dawiya axaftina xwe de Narîmanê bi lêv kir ku coşa xwendekaran bi berxwedanê re bilind dibe û got:"Her diçe derfet li kantonê kêm dibin lê coşa xwendekaran a derbasbûna nava dibistanê bilindtir bû. Ji sala par bêhtir xwendekar derbasî nava dibistanê dibin. Sedema vê yekê jî ew e ku malbatên me ketin nava ferqa ku zimanê dayikê xwedî girîngiyek mezin e û divê zarokên wan hînî zimanê xwe yê dayikê bibin. Ji ber ku şoreşa me şoreşa ziman e her tê hedefgirtin lê em jî her di dewamkirina têkoşîn, perwerde û berxwedanê de bi israr in."
 
'Nikarin me ji zimanê me bi dûr bixin'
 
Di heman demê de jî xwendekara refa 12'an a wêjeyê Fîdan Cimo da zanîn ew tevî hemû êrişên dewleta tirk jî ji bo bi zimanê dayikê bixwînin li berxwe didin û wiha pê de çû:" Di vê salê de bi serkeftin, coş û moral em derbasî dibistanên xwe bûn. Em gelek bi hêvî ne ku sala îro ne weke sala par bi êrîş û ambargoyan dagirtî bin lê dîsa jî em vê yekê teqez dikin ku êrîşên dewleta tirk li ser me bandor nakin û nikarin me ji zimanê me bi dûr bixin."
 
'Bi hînbûna bi zimanê dayikê em gelek bextewar in'
 
Di dawiya axaftina xwe de Fîdanê da zanîn ew bi hînbûna bi zimanê dayikê gelekî bextewar in û got:"Dema zimanê civakekê were hedefgirtin ew civak ji bingehê de hildiweşe. Lê belê dema em jî dest ji xwendina bi zimanê dayikê bernedin wê demê dê bingeha civakê hilneweşe. Ango ji bo bingeha civaka me neyê hilweşîn em têdikioşin. Wekî nifşê îro em gelek bextewar in ku em bi zimanê dayika xwe dixwînin. Lê nifşên berê ji ber zexta desthilatdaran nikarîbûn bi zimanê dayika xwe biaxivin. Banga me ji bo tevahî ciwanên kurd ew e ku em bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin û zimanê xwe bi pêş bixin."