Li Îzmîrê şahiya 8'ê Adarê

  • 15:54 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
ÎZMÎR -TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi Îzmîrê şahiya 8'ê Adarê li darxist. Di şahiyê de namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç axivî û got: "Dê bi rûhê 8'ê Adarê dakevin qadan. 
 
Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê şahiya 8'ê Adarê li Çigliyê hat lidarxistin. Di şahiyê de pankartên wekî “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" û "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8'ê Adarê ve" hatin daliqandin. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç, Dayikên Aştiyê, Rêxistina DEM Partî û gelek jin tevlî şahiyê bûn. 
 
Di şahiyê de hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Vezan Karabulut axivî û bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç jî di şahiyê de axivî û diyar kir ku dê bi rûhê 8'ê Adarê li qadan bin û bi nasname û çanda xwe 8'ê Adarê pêşwazî bikin. 
 
Her wiha di şahiyê de namzetên hevşaredariyê yên Karşiyaka, Bayrakli û Çîglî hatin nasandin. 
 
Piştre Koma Jinan a Denîz Poyraz derket ser dikê û stranên xwe vegot. 
 
Şahiya 8'ê Adarê bi gerandina govendê bi dawî bû.