Li Îzmîrê şahiya 8'ê Adarê 2024-03-02 15:54:29       ÎZMÎR -TJA û Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi Îzmîrê şahiya 8'ê Adarê li darxist. Di şahiyê de namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç axivî û got: "Dê bi rûhê 8'ê Adarê dakevin qadan.    Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Îzmîrê şahiya 8'ê Adarê li Çigliyê hat lidarxistin. Di şahiyê de pankartên wekî “Bi jin jiyan azadî ber bi azadiyê ve" û "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8'ê Adarê ve" hatin daliqandin. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç, Dayikên Aştiyê, Rêxistina DEM Partî û gelek jin tevlî şahiyê bûn.    Di şahiyê de hevseroka DEM Partî ya Îzmîrê Vezan Karabulut axivî û bal kişand ser dîroka 8'ê Adarê. Namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Turkan Aslan Agaç jî di şahiyê de axivî û diyar kir ku dê bi rûhê 8'ê Adarê li qadan bin û bi nasname û çanda xwe 8'ê Adarê pêşwazî bikin.    Her wiha di şahiyê de namzetên hevşaredariyê yên Karşiyaka, Bayrakli û Çîglî hatin nasandin.    Piştre Koma Jinan a Denîz Poyraz derket ser dikê û stranên xwe vegot.    Şahiya 8'ê Adarê bi gerandina govendê bi dawî bû.