Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar hatin ba hev

  • 15:16 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar pirsîn ku Cuneyt di dema bin çavan de hatibû windakirin.
 
Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di 988’emîn çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê xwendekarê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê pirsîn ku Aydinlar di 20'ê Sibata 1994'an de di dema bin çavan de hatibû windakirin. 
 
Dayik û xwişk-birayên Cuneyt Aydinlar jî beşdarî çalakiyê bûn û daxuyanî ji aliyê Sebla Arcan a ji Komîsyona li dijî Windakirina Binçavkiriyan li Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hate xwendin.
 
Sebla Arcanê çîroka Cuneyt Aydinlarî vegot.
 
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daraza Tirkiyeyê jî failan diparêze û  ev yek jî hate gotin: ‘’Dosyaya Cuneyt Aydinlar, li dijî hiqûqa gerdûnî, bi hinceta bihurîna demê hate girtin.’’
 
Her wiha di çalakiyê de Menekşe Aydinlar a ku ev 30 sal in aqûbeta kurê xwe dipirse, axivî.