Dayikên Şemiyê ji bo Cuneyt Aydinlar hatin ba hev 2024-03-02 15:16:16       STENBOL - Dayikên Şemiyê aqûbeta xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Cuneyt Aydinlar pirsîn ku Cuneyt di dema bin çavan de hatibû windakirin.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan di 988’emîn çalakiya xwe de li Qada Galatasarayê hatin ba hev û aqûbeta Cuneyt Aydinlar ê xwendekarê Fakulteya Aboriyê ya Zanîngeha Stenbolê pirsîn ku Aydinlar di 20'ê Sibata 1994'an de di dema bin çavan de hatibû windakirin.    Dayik û xwişk-birayên Cuneyt Aydinlar jî beşdarî çalakiyê bûn û daxuyanî ji aliyê Sebla Arcan a ji Komîsyona li dijî Windakirina Binçavkiriyan li Girtîgehan a Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ve hate xwendin.   Sebla Arcanê çîroka Cuneyt Aydinlarî vegot.   Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku daraza Tirkiyeyê jî failan diparêze û  ev yek jî hate gotin: ‘’Dosyaya Cuneyt Aydinlar, li dijî hiqûqa gerdûnî, bi hinceta bihurîna demê hate girtin.’’   Her wiha di çalakiyê de Menekşe Aydinlar a ku ev 30 sal in aqûbeta kurê xwe dipirse, axivî.