Li Silopiyê şitil hatin danîn

  • 14:35 2 Adar 2024
  • Rojane
 
 
ŞIRNEX - TJA û Rêxistina DEM Partî, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de şitil hatin danîn. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li gundê Sofisalima Silopiyê şitil danîn. Dayikên Aştiyê, navmzeta hevşaredariya Silopiyê Jiyan Ormanli, Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan û aktîvîstên TJA'yê û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. 
 
Di danîna şitilan de dirûşmên “Be Serok Jiyan  Nabe” û “Jin Jiyan Azadi” hatin berzkirin. 
 
Adalet Fîdan di bernameyê de axivî û got: "Talankirina xwezaya Kurdistanê nayê qebûl kirin. Hûn daristanên me bişewitinin jî em ê her şitilan daynîn. 
 
Bername bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û tilîliyan bi dawî bû.