Li Silopiyê şitil hatin danîn 2024-03-02 14:35:39       ŞIRNEX - TJA û Rêxistina DEM Partî, di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de şitil hatin danîn.    Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li gundê Sofisalima Silopiyê şitil danîn. Dayikên Aştiyê, navmzeta hevşaredariya Silopiyê Jiyan Ormanli, Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan û aktîvîstên TJA'yê û gelek jin beşdarî bernameyê bûn.    Di danîna şitilan de dirûşmên “Be Serok Jiyan  Nabe” û “Jin Jiyan Azadi” hatin berzkirin.    Adalet Fîdan di bernameyê de axivî û got: "Talankirina xwezaya Kurdistanê nayê qebûl kirin. Hûn daristanên me bişewitinin jî em ê her şitilan daynîn.    Bername bi dirûşma “Jin jiyan azadî” û tilîliyan bi dawî bû.