Li Hezex û Sîlopiyê çalakiyên 8'ê Adarê

  • 15:43 1 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji jinên girtî yên li Silopiyayê re kart hatin şandin, jinên li Hezexê hatin qetilkirin jî hatin bîranîn.
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji jinên girtî re ji navçeya Silopiyê ya Şirnexê kart şandin. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê û Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan beşdar bûn û peyama azadiya jinên dîl hat dayîn.
 
Jin piştre çûn postexaneyê û kartên ku amade kiribûn şandin.