Li Hezex û Sîlopiyê çalakiyên 8'ê Adarê 2024-03-01 15:43:27     ŞIRNEX - Di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji jinên girtî yên li Silopiyayê re kart hatin şandin, jinên li Hezexê hatin qetilkirin jî hatin bîranîn.   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji jinên girtî re ji navçeya Silopiyê ya Şirnexê kart şandin. Di çalakiyê de Dayikên Aştiyê û Hevşaredara Silopiyayê Adalet Fîdan beşdar bûn û peyama azadiya jinên dîl hat dayîn.   Jin piştre çûn postexaneyê û kartên ku amade kiribûn şandin.