Di êrîşên dewleta tirk de jinek ciwan birîndar bû

  • 11:28 1 Adar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Efrîn û Şehbayê de jina ciwan Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû.
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê duh gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di êrişê de jina ciwan Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû û li nexweşxaneya navçeya Fafînê tê dermankirin.
 
Tê destnîşankirin ku dewleta tirk duh eniya Şêrawayê topbaran kiribû û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hatibû kuştin û yek din birîndar bûbû.
 
Her wiha sihara 1’ê Adarê êrîş dewam kirin. Vê carê gundên Sealê û Nêrebiyê yên Şehbayê hatin bombebarankirin. Têkildarî vê êrîşî jî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.