Di êrîşên dewleta tirk de jinek ciwan birîndar bû 2024-03-01 11:28:14     NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrîşên dewleta tirk ên li ser Kantona Efrîn û Şehbayê de jina ciwan Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû.   Dewleta tirk û komên girêdayî wê duh gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di êrişê de jina ciwan Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû û li nexweşxaneya navçeya Fafînê tê dermankirin.   Tê destnîşankirin ku dewleta tirk duh eniya Şêrawayê topbaran kiribû û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hatibû kuştin û yek din birîndar bûbû.   Her wiha sihara 1’ê Adarê êrîş dewam kirin. Vê carê gundên Sealê û Nêrebiyê yên Şehbayê hatin bombebarankirin. Têkildarî vê êrîşî jî agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.