Li Şemrexê buroya hilbijartinê ya jinan vebû

  • 18:56 29 Sibat 2024
  • Ramyarî
MÊRDÎN - DEM Partiyê li Şemrexê vekirina buroya hilbijartinê ya jinan bi gerandina govendê pêk anî. Li vir parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş wiha got:"Wê Şemrex rê nede îktidarê."
 
Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) vekirinên xwe yên buroyên hilbijartinê bi coş û kelecaneke mezin didomîne. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş, namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demir û Namzetê Hevşaredariya Şemrexê Kudret Uçuk tevli vekirina buroya hilbijartinê bûn.  
 
Jİnên Şemrexê rêxitinên navçeyan û namzetên hevşaredariyê tevli vekirinê bûn. Di vekirinê jinan lîrandin û dirûşm berz kirin. Jinan şalên kes sor û zer dan dora serê xwe û hilgirtin.
 
Kudret Uçuk di vekirinê de got wê jin qeyûman bişînin.
 
Li vir parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş wiha got:"Wê Şemrex rê nede îktidarê."
 
Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demir da zanîn ev hilbijartin gelekî girîng e û wê bi dengekî mezin li hember qeyûman bisekinin.
 
Piştî vekirina jinan gerandina govendê dewam kirin.