Li Şemrexê buroya hilbijartinê ya jinan vebû 2024-02-29 18:56:40   MÊRDÎN - DEM Partiyê li Şemrexê vekirina buroya hilbijartinê ya jinan bi gerandina govendê pêk anî. Li vir parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş wiha got:"Wê Şemrex rê nede îktidarê."   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti) vekirinên xwe yên buroyên hilbijartinê bi coş û kelecaneke mezin didomîne. Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş, namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demir û Namzetê Hevşaredariya Şemrexê Kudret Uçuk tevli vekirina buroya hilbijartinê bûn.     Jİnên Şemrexê rêxitinên navçeyan û namzetên hevşaredariyê tevli vekirinê bûn. Di vekirinê jinan lîrandin û dirûşm berz kirin. Jinan şalên kes sor û zer dan dora serê xwe û hilgirtin.   Kudret Uçuk di vekirinê de got wê jin qeyûman bişînin.   Li vir parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş wiha got:"Wê Şemrex rê nede îktidarê."   Namzeta Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demir da zanîn ev hilbijartin gelekî girîng e û wê bi dengekî mezin li hember qeyûman bisekinin.   Piştî vekirina jinan gerandina govendê dewam kirin.