Li Nisêbînê ji bo hevdîtina gel bang hat kirin

  • 14:06 24 Sibat 2024
  • Ramyarî
 
 
MÊRDÎN - Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê ya Nisêbînê Gulbin Şahin Daghan û Selahattin Ay li sûkê çûn serdana esnafan û ew vexwendin hevdîtina gel a wê pêk were. 
 
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dewam dikin. Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê ya Nisêbînê Gulbin Şahin Daghan û Selahattin Ay li sûkê çûn serdana esnafan û ew vexwendin vekirina buroya hilbijartinê û hevdîtina gel a wê pêk were. 
 
Di serdanê de dîmenên rengîn derketin holê. Ji bo namzetan serkeftin hat xwestin. Heta hilbijartinê wê hevşaredar hevdîtinên bi gel re dewam bikin.