Li Nisêbînê ji bo hevdîtina gel bang hat kirin 2024-02-24 14:06:04       MÊRDÎN - Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê ya Nisêbînê Gulbin Şahin Daghan û Selahattin Ay li sûkê çûn serdana esnafan û ew vexwendin hevdîtina gel a wê pêk were.    Xebatên hilbijartinê yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dewam dikin. Namzetên hevşaredariya DEM Partiyê ya Nisêbînê Gulbin Şahin Daghan û Selahattin Ay li sûkê çûn serdana esnafan û ew vexwendin vekirina buroya hilbijartinê û hevdîtina gel a wê pêk were.    Di serdanê de dîmenên rengîn derketin holê. Ji bo namzetan serkeftin hat xwestin. Heta hilbijartinê wê hevşaredar hevdîtinên bi gel re dewam bikin.