Di Rojnamegeriyê de Koalisyona Jinan ji bo Rabîa Onver daxuyanî da

  • 11:54 24 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
WAN – Di Rojnamegeriyê de Koalisyona Jinan ji bo Rabîa Onver daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin zextên li hember Rabîa bi dawî bibe. 
 
Di Rojnamegeriyê de Koalisyona Jinan ji bo Rabîa Onver a ku polîsan bi ser mala wê de girtin û derbarê wê de biryara girtinê hatiye dayin de daxuyanî da. Di daxuyaniya li ser medyaya dîjîtal de hat xwestin zextên li hember Rabîa bi dawî bibe. 
 
'Destdirêjiya li dijî rojnamegerên Kurd bila raweste'
 
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Ji ber nûçegîhana JINNEWS'ê Rabîa Onver îddiayên çeteyên fuhuşê û hişbirê ku rayedarên dewletê jî tê de ne kir nûçe bi ser mala wê de hat girtin. Bi sûcê 'belavkirinê agahiyên ne rast' lêpirsîn lê hat vekirin. Em vê hemleya rayedarên tirk a bêdengkirina nûçegîhantiya lêkolînê şermezar dikin. Bila demildest ev sûcên li dijî rojnamegeran ji holê rabin û destdirêjiya li dijî rojnamegerên Kurd bi dawî bibin."