Li ber MED-DER'ê daxuyaniya têkildarî êrişan tê dayin

  • 12:12 24 Îlon 2024
  • Rojane
 
 
AMED – Têkildarî serdegirtin û binçavkirinên danê sibehê yên li MED-DER û Payîz Pirtûkê li ber avahiya MED-DER'ê daxuyanî tê dayin.
 
Polîsan danê sibê li Amedê bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê daye destpêkirin bi ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û gelek malan de girt. Gelek xebatkar û rêveberên komeleya ku bi zaravayên Kurdî perwerdeya ziman dide hatin binçavkirin. Li navçeya Peyasê ya Amedê di pêşengiya MED-DER'ê de li ber avahiya saziya li Amedê têkildarî serdegirtin û binçavkirinan daxuyanî tê dayin.
 
Di daxuyaniyê de tşortên “Ziwan Estbiyasyiş o, siwan xwebûn e” hatin lixwekirin. Parlamenterên DEM Partiyê, hevserokên DBP'ê, rêxistinên civaka sivil û gelek welatî tevli daxuyaniyê bûn. 
 
Berdewamiya nûçeyê tê...