Li Rojavayê Kurdistanê starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn

  • 12:25 24 Sibat 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya sala 2024’an eşkere kir.
 
Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê eşkere kir.
 
Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi beşdariya rêveber û endamên rêxistinên jinan bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat dayîn.
 
Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, ya Erebî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Xud El-Elî û ya bi zimanê Suryanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif ve hat xwendin.
 
Rihan Loqo ku daxuyaniya Kurdî xwend, bi bîr xist ku têkoşîna jina azad a xwedî dîrokek kevnar ji Rosa Luxsemburgan heta Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Rihan Amûdê, Yusra Derwêş, Zelal Zagros û Sorxîn Dêrsim berdewam dike
 
Rihan Loqo da zanîn ku vê meşa dirêj îro ji Emerîkaya Latîn heta Efrîqa, Rojhilata Navîn û Asyayê şax berdaya her aliyê cihanê û li dijî rêjîmên faşîst, dewletên dagirker û hêzên kapîtalîst, ji bo parastina nasname û destkeftiyên şoreşa jinê ji her demê zêdetir têkoşîn tê meşandin.
 
Rihan Loqo bal kişand ku li dijî têkoşîna jinan a xwebûnê siyaset û planên tunekirin û qirkirinê tên meşandin û wiha dom kir: “Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û dagirker jinên pêşeng hedef digire û şehîd dixe. Li herêmên dagirkerî yên wekî Serêkaniyê, Efrîn, Girê Sipî, Bab û Cerablusê sûcên weke tecawiz, girtin, lêdan, kuştinê dikin. Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin. Di êrîşan de gelek jin û zarok şehîd û birîndar bûn.”
 
Rihan Loqa da zanîn ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa  jin  misoger bûye, jinan bi hêza xwe a rêxistinkirî li hember hemû cûre êriş û qirkirinên siyasî, aborî, çandî û civakî têkoşina xwe domandiye û wê bidomînin.
 
Di dawiya daxuyaniyê de bernameya çalakiyên 8’ê Adarê hate eşkere kirin.
 
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo da zanîn ku çalakiyên îsal (2024) wê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” 24’ê Sibatê destpê bikin û heta 8’ê Adarê bidomin.
 
Li gorî daxuyaniyê plansaziya çalakiyan wiha ye:
 
* Her bajarek bi rengê jinê werin xemilandin, dirûşmeya çalakiyan li daketina bajaran were daliqandin.
 
* Derbarê têkoşîna jinê de civînên girseyî ji gel re bên çêkirin.
 
*Li tevahî gund, tax û saziyan semîner werin dayîn.
 
*Di 1 û 2’yê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê festîvala jin were pêkanîn.
 
* Li Kobanê wê pêşengeha wêneyan bê vekirin.
 
* 4’ê Adarê li hemû bajaran wê serdana goristanên şehîdan were kirin û mûm werin pêxistin.
 
* Bi rêxistinên jinan re bi riya online panelek were çêkirin. 
 
* Wê serdana gundê Jinwar bê kirin.
 
* Ji hevalên jin ên li ser bendên kontrolê yên asayîşê re gul an jî şitilên daran werin dayîn.
 
* Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danasîna kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.
 
* 5’ê Adarê ji aliyê Meclisa Jin a PYD’ê ve semînerek li ser asta Suriyeyê bê dayîn.
 
* 3’yê Adarê li Kobanê, Eyn Îsa, Hesekê, Qamişlo û Reqayê komxebat werin çêkirin.
 
* Li her bajarekê ji bo mêran perwerdeyên ku 3 rojan dom bikin werin dayîn.
 
*Broşurên danasîna 8’ê Adarê werin belavkirin.
 
* 3’yê Adarê li Reqayê meşek mezin bê li darxistin.
 
* 8 Adarê wê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Şam, Başûr, Lubnan û Ewropayê meşên mezin bên lidarxistin.
 
* Kampanyaya ekolojî wê berdewam bike.
 
* Kampanyaya hashtagê wê bê destpêkirin.