Li Rojavayê Kurdistanê starta çalakiyên 8’ê Adarê hat dayîn 2024-02-24 12:25:48       NAVENDA NÛÇEYAN - Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, bernameya çalakiyên 8’ê Adarê ya sala 2024’an eşkere kir.   Platforma Rêxistin û Tevgerên Jinan ên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê eşkere kir.   Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya li bajarê Hesekê bi beşdariya rêveber û endamên rêxistinên jinan bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî hat dayîn.   Daxuyaniya Kurdî ji aliyê Berdevka Kongra Star Rihan Loqo, ya Erebî ji aliyê Endama Platforma Çalakiyên Hevbeş a Tevger û Rêxistinên Jinan Xud El-Elî û ya bi zimanê Suryanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Suryan Sofiya Yûsif ve hat xwendin.   Rihan Loqo ku daxuyaniya Kurdî xwend, bi bîr xist ku têkoşîna jina azad a xwedî dîrokek kevnar ji Rosa Luxsemburgan heta Sakîne Cansiz, Arîn Mîrkan, Rihan Amûdê, Yusra Derwêş, Zelal Zagros û Sorxîn Dêrsim berdewam dike   Rihan Loqo da zanîn ku vê meşa dirêj îro ji Emerîkaya Latîn heta Efrîqa, Rojhilata Navîn û Asyayê şax berdaya her aliyê cihanê û li dijî rêjîmên faşîst, dewletên dagirker û hêzên kapîtalîst, ji bo parastina nasname û destkeftiyên şoreşa jinê ji her demê zêdetir têkoşîn tê meşandin.   Rihan Loqo bal kişand ku li dijî têkoşîna jinan a xwebûnê siyaset û planên tunekirin û qirkirinê tên meşandin û wiha dom kir: “Bi taybetî dewleta Tirk a faşîst û dagirker jinên pêşeng hedef digire û şehîd dixe. Li herêmên dagirkerî yên wekî Serêkaniyê, Efrîn, Girê Sipî, Bab û Cerablusê sûcên weke tecawiz, girtin, lêdan, kuştinê dikin. Li herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê navendên xizmetguzariyê bombebaran dikin. Di êrîşan de gelek jin û zarok şehîd û birîndar bûn.”   Rihan Loqa da zanîn ku li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, şoreşa  jin  misoger bûye, jinan bi hêza xwe a rêxistinkirî li hember hemû cûre êriş û qirkirinên siyasî, aborî, çandî û civakî têkoşina xwe domandiye û wê bidomînin.   Di dawiya daxuyaniyê de bernameya çalakiyên 8’ê Adarê hate eşkere kirin.   Berdevka Kongra Star Rihan Loqo da zanîn ku çalakiyên îsal (2024) wê bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” 24’ê Sibatê destpê bikin û heta 8’ê Adarê bidomin.   Li gorî daxuyaniyê plansaziya çalakiyan wiha ye:   * Her bajarek bi rengê jinê werin xemilandin, dirûşmeya çalakiyan li daketina bajaran were daliqandin.   * Derbarê têkoşîna jinê de civînên girseyî ji gel re bên çêkirin.   *Li tevahî gund, tax û saziyan semîner werin dayîn.   *Di 1 û 2’yê Adarê de bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê festîvala jin were pêkanîn.   * Li Kobanê wê pêşengeha wêneyan bê vekirin.   * 4’ê Adarê li hemû bajaran wê serdana goristanên şehîdan were kirin û mûm werin pêxistin.   * Bi rêxistinên jinan re bi riya online panelek were çêkirin.    * Wê serdana gundê Jinwar bê kirin.   * Ji hevalên jin ên li ser bendên kontrolê yên asayîşê re gul an jî şitilên daran werin dayîn.   * Pêşengha wêneyên hevalên şehîd û danasîna kurt li ser jiyana wan were orgenîzekirin.   * 5’ê Adarê ji aliyê Meclisa Jin a PYD’ê ve semînerek li ser asta Suriyeyê bê dayîn.   * 3’yê Adarê li Kobanê, Eyn Îsa, Hesekê, Qamişlo û Reqayê komxebat werin çêkirin.   * Li her bajarekê ji bo mêran perwerdeyên ku 3 rojan dom bikin werin dayîn.   *Broşurên danasîna 8’ê Adarê werin belavkirin.   * 3’yê Adarê li Reqayê meşek mezin bê li darxistin.   * 8 Adarê wê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Şam, Başûr, Lubnan û Ewropayê meşên mezin bên lidarxistin.   * Kampanyaya ekolojî wê berdewam bike.   * Kampanyaya hashtagê wê bê destpêkirin.