Sindoqên ku hilbijêr dengên xwe lê bikar tînin diyar bûn

  • 20:30 15 Sibat 2024
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - YSK’ê sindoqên ku wê hilbijêr di hilbijartinên 31’ê Adarê de dengên xwe lê bikar tînin aşkera kir. Ji ser malpera YSK’ê û E-devletê hilbijartin dikarin xwe bigihînin qeydên xwe.
 
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), ragîhand  ku xwegîhandina qeydên hilbijêran û sindoqên ku wê hilbijêr dengên xwe lê bikar bîne bi dibistanan re hatiye aşkerakirin. 
 
Qeydên hilbijêran ji ser navnîşana "https://secmen.ysk.gov.tr/ysk/", ji ser E-Devletê ji navenda banga hejmar 444 9 975 a YSK’ê û ‘Pêkanîna Mobîl a Lêpirsînkirina Hilbijêr’ dikarin bên fêrkirin.